Hewlêr (ZNA) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li xwedana xelata Nobelê ya aşitiyê, Nadiya Murad kir.
Îro danê sibê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li xwedana xelata Nobelê ya aşitiyê û çalakvana êzîdî Nadiya Murad kir.
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Nadiyayê kir ji ber wergirtina xelata Nobelê û jê re hêviya serkeftinê xwast û piştevaniya xwe jî bo çalakiyên wê yên di dabînkirin û parastina mafên mexdûrên êzîdî de anî ziman.
Nadiya Murad jî spasiya Nêçîrvan Barzanî kir û bi kurtî behsa wan misîbet û zilmê kir ku hatiye serê wê û kurdên êzîdî. Nadiya behsa rewşa Şingalê û kurdên êzîdî jî kir û daxwaz ji serokê hikûmetê kir rola xwe di nûjenkirin û parastina cih û warê êzîdiyan de bilîze û alîkariya wan êzîdiyan bike yên ku ji ber şer koçber bûne da vegerin ser cih û warê xwe.
Xwedana xelata Nobelê ya aşitiyê di dawiyê de pirtûkek xwe ya bi navê “Dûmahîk Keç”, ku bi înglîzî hatiye çapkirin, pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir.
2992 car hatiye dîtin |