English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-13 [12:37 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragehand ku, welatê dê bi awayeke berdewam kar ji bo pêkanîna hevpeymanekê li dijî Îranê bike.

Mike Pompeo li ser rûpela xwe ya Tiwîterê belav kir ku, Îran bi hezaran mûçek hene û gefê li hevpeymanên me dike û biryara NY ya hejmar(2231) bin pê dike, lewma emê hevpeymanekê li dijî mûşekên balistî yên Îranê pêkbînin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo da zanîn ku, Îran mafê welatiyên xwe bin pê dike pêwîste em piştgiriya wan kesên normal bikin ew kesên ku, rastî êş û azarên rejîma Îranê dibin.

Ji aliyê xwe ve Rêberê Olî yê Komara Islamî ya Îranê Elî Xemaney diyarkir ku, Armanca Amerika di salên pêş de derxistina şerê navxweyî li Îranê ye.

Xemaney herweha diyarkir: “Di 2 salên dawî de Amerika fişarên xwe liser Îranê zêde kirin e. Bi dorpêçên aborî û pirsgîrekên ewleyî ji Îranê re, dixwaze rê ji şerek navxweyî re veke”.

 





2920 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad