English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-10 [08:36 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Nûnerê taybet ê serokê Amerîka di şerê DAIŞê de Brett McGurk bi helkefta salvegera serkeftina li ser DAIŞê sipasiya Pêşmerge û Hêzên Iraqê kir.

Nûnerê taybet ê serokê Amerîka di şerê DAIŞê de Brett McGurk li ser rûpela xwe ya Twîterê nivîsîbû: "Berî 4 salan DAIŞê navçeyek bi mezinbûna Brîtanya hejmara akinciyên wê 8 milyon kes û dahata wê ya salane jî yek milyar ket bin destê DAIŞê de."

Herwiha Nûnerê taybet yê serokê Amerîka di şerê DAIŞê de Brett McGurk da zanîn ku, îro DAIŞê li dawî bajarokê Sûriyê ber bi nemanê ve diçe  û Iraqê jî yek sal bi ser serkeftina li ser wê rêxistinê derbas bû.

Nûnerê taybet ê serokê Amerîka di şerê DAIŞê de Brett McGurk di nivîsa xwe de got ku, em sipasiya  ji hêzên pêşmergeyên qehreman dikin yên ku, şerê DAIŞê kirin û dê li ser alîkariya wan berdewam bin û  tekez kir ku, ev serkeftina dîrokî dê berdewam be.





2365 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad