English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-10 [07:52 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Balyozê Tirkiyê li Iraqê dibêje, ji ber PKKê pêwendiyên Tirkiyê û YNKê xirab bûye ji ber wê jî divê YNK bi yekcarî PKKê ji navbera xwe û Tirkiyê de derxîne!

Balyozê Tirkiyê li Iraqê Fatîh Yildiz, ji ajanseka turkmenî re behsa helwesta vê dawiyê ya YNKê li hember PKKê kiriye û gotiye, YNKê dest bi girtina baregehên Tevgera Azadî ya girêdayî PKKê kiriye. Divê YNK vî karî bi awayekî micid û rast bike.

Fatîh Yildiz her wiha gotiye, her gava berpirsên Silêmaniyê tiştekî wisa kirin û PKK bi yekcarî ji wir derxistin wê çaxê Tirkiye dê qedexeya li ser firokexaneya Silêmaniyê betal bike.

Balyozê Tirkiyê li Iraqê daye xuyakirin, PKK bûye sebeba têkçûna pêwendiyên Tirkiyê û YNKê ji ber wê jî divê ew PKKê ji navbera xwe û Tirkiyê derxînin.

Meha borî cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê Qubad Talebanî fermana girtina baregehên Tevgera Azadî yên li Silêmaniyê da, paşê tevahiya baregehên wê saziya PKKê hatin girtin.

 





2269 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad