English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-10 [06:24 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Bizavkara mafên Êzdîyan Nadia Murad, îro bi merasîmeke fermî Xelata Aştî ya Nobelê ya 2018an li bajarê Oslo yê Norwecê wergirt. Doktorê Kongoyî Denis Mukwege, ku alîkarîya qurbanîyên tundîya seksî dike, bi Murad re xelata xwe wergirt.

Murad di axaftina xwe de bal kişand ser tiştên ku hatine serê wê û anî bîra mêvanan ku çawa dayika wê û birayên wê ji hêla DAIŞê ve hatine kuştin.

Murad behsa hovîtiya DAIŞê kir ku got: “Xewnên me hebûn ku xwendina xwe biqedînim û bi malbata xwe re jîyaneke dilnizim biborînim, lê hemî tişt ji destê min hatin birin.” Herwiha Murad bi berdewamî got ku wê ti car bawer nedikir ku mirov dikarin li hember mirovên din kiryarên hovane bikin, wekî ku DAIŞê li ser Êzdîyan kirine.

Nadia Murad di sala 2014an de, di 21 salîya xwe de ji alîyê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve li gundê xwe Koço hatibû revandin û rastî gelek reftarên xirab hatibû. Piştî ku ji destê DAIŞê rizgar bûbû, dest bi tekoşînê kiribû ku doza qîz û jinên Êzîdî bîne rojeva cîhanê.

Komîteya Nobelê ya Norwêcî ragihandibû ku Murad jibo xebatên xwe yên qedandina tundîya seksî, hat xelat kirin.





2281 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad