English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-09 [09:06 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Artêşa Tirkiyê 2 karwanên din ji hêza xwe li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê bicih kir.

 

Medyaya ser bi opozisyona Sûrî ragihandiye ku, bi armanca xurtkirina xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li parêzgeha Idliba bakur-rojavayê Sûriyê, artêşa Tirkiyê 2 karwanên leşkerî yên hêza xwe gihandine wê parêzgehê.

 

Heman medyayê nîşan bi wê yekê daye ku herdu karwan bi rêya deriyê Kefer Lûsîn ê sînorî, ji Tirkiyê derbasî nav xaka Sûriyê bûne û yek ji wan çûye xala çavdêriyê, li devera Morek, ku dikeve herêma bakurê Hemayê.

 

Karwana din jî, ku tank û zirîpoş di nav de hebûn, çû xala Şêr Mixarê, li gundewarê rojavayê Hemayê.

 

Li gorî medyaya Tirkiyê û opozisyona sûrî, xurtkirina xalên çavdêriyê li Idlibê, dikeve çarçoveya Rêkeftina Kêmkirina Şer li wê navçeyê, ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hatiye îmzekirin.

 

Ji destpêka sala 2018an ve, 12 xalên çavdêriyê yên Tikriyê li navçeya Idlibê, li gorî Rêîkeftina Kêmkirina Şer, hatine bicihkirin. jêder: Rûdaw





2383 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad