English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-06 [04:59 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekitiya Ewropayê (YE) Dilawer Ajgeyî ragehandin ku, YE pêşwazî li kandîdkirina Mesrûr Barzanî ji posta Serokatiya Hikûmetê re kir.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekitiya Ewropa (YE) Dilawer Ajgeyî li ser malpera xwe ya fermî Facebookê belav kir ku, nûnerê Yekîtiya Ewropa li Herêma Kurdistanê jêre ragehandiye ku, wan Mesrûr Barzanî di şerê DAIŞê de naskirin û ew dikare çaksaziyê pêkabîne.

Herwiha palyozê Romanya Li Iraqê Jacob Prada ji K24ê re ragehand ku, Mesrûr Barzanî dikare pêwendiyên Hewlêr û Bexda û pêwendiyên di navbera aliyên siyasî de çak bike û her tişta bo Kurdistan û Iraqê başbe ewê bike.

Herwiha balyozê Romanya got jî ku, di dema borî pirsgirêkên mezin di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebûn, Mesrûr Barzanî kesekî guncawe ku, li Bexda zimaneke diyalokê yê baş bibîne ji ber ku, pêwîstiya Hewlêr û Bexda bi hev heye taybet jî di dema bê de tekez kir ku, min û Mesrûr Barzanî berî niha gelek caran hevdîtin pêkanî ez bawerim ewê karê herî baş bo Hewlêr û bo Bexdayê jî pêkbîne.

 





2290 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad