English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-06 [04:07 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Parlamentoya Swêdê dema perwerde û rahênana leşkerî ya hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê ji aliyê pisporên leşkeri yên Swêdê ve dirêj kir.

Li gor biryara parlamentoya Swêdê ya îro 06.12.2018ê, di sala 2019ê de dê 70 şêwirmendên Swêd dê li herêma KUrdistanê û Iraqê bimînin, ku bikaribin hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê perwerde bikin û di dema pêwîst de jî dikare ew şêwirmendane wek 150 kes jî bên zêde kirin.

Li gor zanyariyên ku hatin belav kirin ên malpera fermî ya wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê, naha 220 şêwirmendên leşkerî yên Swêdê li herêma Kurdistanê ne û Pêşmerge perwerde û rahênan dikin.

Ji sala 2015ê ve di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de, artêşa Swêdê şêwirmendên leşkeri bo perwerdeya hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê rêkirine herêmê.





2278 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad