English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-04 [06:32 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrên berevaniyê yên Amerîka û Hinistanê li Vîrcînyayê civiyan û peywendiyên leşkerî yên di navbera Washington û New Delhî de gotûbêj kirin.

 

Wezîra Berevaniya Hindistanê, Nirmala Sitharaman duh di çarçoveya serdanke pênc rojî de gihîşte Amerîkayê.

 

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê, James Mattis roja Duşembiyê li Arlîngtonê li wîlayeta Vircîniya li Amerîkayê pêşwazî li Wezîra Berevaniya Hindistanê, Nirmala Sitharaman kir.

 

Herdu wezîrên berevaniyê di civîna xwe de peywendiyên leşkerî yên di navbera Waşington û New Delhî de gotûbêj kirin.

 

Herweha berî civînê, rojnamevanekî derbarê kirîna sîstema mûşekî ya S-400 a Rûsî ji aliyê Hindistanê ve pirs ji Mattis kir, lê James Mattis bersiva vê pirsê neda û got, Amerîka û Hindistanê berjewendiyên hevbeş hene. jêder: Rûdaw





2311 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad