Hewlêr (ZNA) - Dadega Istînafê, cezayên Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş û Sirri Sureyya Onder, pesend kir.
Îro 2yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Stenbolê, cezayên girtîgîgehên yê ku dadgeha herêmî bo tometa “propagandaya rêxistina terorê" dabû Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş û Sirri Sureyya Onder, pesend kir.
2yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Stenbolê, serlêdanên îstînafê yê ku derbarê dosyayên doza ku 26emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, 7ê îlonê biryar pê dabû, gihişt encamê.
Bi biryara Daîreya Cezayê, serlêdanên îstînafê yên ku parêzerên Selahattin Demirtaş û Sirri Sureyya Onder kiribûn, hat redkirin û bi pê vê biryarê cezayê 4 sal û 8 meh ê Selahattin Demirtaş û herwiha 3 sal û 6 mehê Sirri Sureyya Onder hat pesendkirin.
2470 car hatiye dîtin |