Hewlêr (ZNA) - 10 parlamenterên HDP ligel Hevseroka partiyê Pervîn Buldan wê sibehê bo piştgiriya çalakiya Parlementera HDPê ya Colemergê li Parlementoya Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê bikin.
Medyaya Tirkiyê ragihandiye wê sibehê 10 parlementerên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) sibehê li parlementoya Tirkiyê bo 2 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. Greva xwebirçîkirinê ya parlamenterên HDPê wê sibehê sêşemê piştî komcivîna partiyê dest pê bike.
Parlementera HDPê ya Colemergê û Hesveroka KCDê Leyla Guvenê ya di girtîgeha Amedê da ye bo rabûna tecrîda liser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan zêdetir ji 25 roja ye dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Herî dawî Hevseroka DBPê Sebahat Tuncelê jî duhê ragihandibû wê jî ligel 14 zindaniyên jin ê li Girtîgeha Kocaelî ya Kandirayê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
2440 car hatiye dîtin |