Hewlêr (ZNA) - Ajansa SANA ya Sûriyê ragihand, ku Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê, bi çend mûşekan çend baregeh û navendên Artêşa Sûriyê bombebaran kirine.
SANA ji çavkaniyeke leşkerî ve ragihandiye, ku êrîşa mûşekî ya Hevpeymaniya Navdewletî, ku vê bi Hvepeymaniya Amerîkî bi nav kiriye, derdora saet 20:00ê şeva bihorî li Çiyayê El-Xerab li başûrê El-Suxne ya ser bi parşzgeha Humsê pêk hatiye.
Li gorî ajansa hikûmeta Sûriyê, di encama êrîşê de zirarên madî çêbûne, lê ti amaje bi zirarên canî nekiriye.
2452 car hatiye dîtin |
|