English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-03 [09:49 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berdevkê Hêzên Çekdarên Îranê ragihand, ew dê li ser ceribandin û pêşxistina mûşekên xwe berdewam bin û diyar kir, bernameya mûşekî ya Îranê tenê jibo berevaniya li wî welatî ye û bi gotina wî, ji ber wê sedemê jî dê ceribandin û pêşxistina mûşekan ji aliyê Tehranê ve berdewam be.

 

Li gorî nûçeya ajansa Tasnim, ku ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve ye, Berdevkê Hêzên Çekdarên Îranê General Ebulfezl Şikarçî îro da xuyakirin, ku Tehran dê li ser bernameya xwe ya mûşekî û pêşxistina wê berdewam be.

 

General Ebulfezl Şikarçî li hember helwêstên welatên ewropî û Amerîkayê û civaka navdewletî bi giştî yên di derbarê ceribandina mûşekan û bernameya mûşekî ya Îranê bertek nîşan daye û diyar kiriye: “Ceribandina mûşekan û şiyana berevaniyê ya Komara Îslamî jibo parastinê û di çarçoveya siyaseta berevaniya Îranê de ye, lewma ew kar dê berdewam be.”

 

Ebulfezl Şikarçî gotiye, ew dê him cerdibandin û him jî pêşxistina bernameya xwe ya mûşekî berdewam bikin.

 

Berdevkê Hêzên Çekdarên Îranê destnîşan kiriye, ew mijar ne di çarçoveya danûstandinên li gel welatên ewropî û Amerîkayê de ye û tekez kiriye, ku mijara bernameya mûşekî girêdayî “asayişa netewî ya Îranê” ye û di vê derbarê de ew “ruxsetê ji ti welatî” wernagirin.

 

Ebulfezl Şikarçî herwiha got, bila welatên li herêmê piştrast bin, ku bernameya mûşekî ya Îranê û ceribandina mûşekan ji aliyê hêzên Îranê ve tenê jibo parastina ewlehiya Îranê ye û da zanîn, ku “Komara Îslamiya Îranê li dijî ti welatekî herêmê tevnagere û berjewendiyên wan naxe metirsiyê.”





2368 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad