English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-03 [09:07 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Piştî berfirehbûna xwepêşandanan Serokê Fransayê Emanuel Macron daxwaz ji serokwezîrê welatê xwe kir ku, danûstandinê li gel aliyên siyasî û nûnerê xwepêşanderan re bike.

Di daxuyaniyekê de Serokatiya Fransayê ragehand ku, Serokê Fransayê Emanuel Macron li gel wezîrê hikûmeta xwe re civiya ye û di civînê de daxwaz ji Wezîrê Navxwe kiriye ku, pêwîste di pêşerojê de hêzên polîs bo rûberûbûna xwepêşandanan amade bin.

Herwiha li gor daxuyaniya Serokatiya Fransayê Serokê Fransayê Emanuel Macron daxwaz ji serokwezîrê welatê xwe kir ku, danûstandinê li gel aliyên siyasî û nûnerê xwepêşanderan re bike. 

Hefteya borî, di xwepêşandan de tundûtijî di navbera polîs û xwepêşanderan de derket holê. Berpirs dibêjin hefteya borî 8,000 kes tevlî xwepêşandanan bûne. Bêhtirî 100,000 xwepêşander li seranserî welêt derketin ser cadeyan.   





2296 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad