English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-03 [08:34 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Endamê Komîta Navendî ya PDK-S Ebdilrehman Apo îro li ser vexwandina Serok Mesûd Barzanî serdana Herêma Kurdistanê kir. Ebidlrehman Apo wê rewşa Efrînê ligel Serok Barzanî guftûgo bike.

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo ji K24ê re ragihand, ew li ser daxwaza Serok Barzanî hat Herêma Kurdistanê û biryar e sibe ligel cenabê wî bicive û rewşa Efrînê guftûgo bikin.

Herwiha Apo amaje bi wê yekê kir jî, ewê ligel Serok Barzanî rewşa li Efrînê guftûgo bikin û ewê guhdarî nerîn û şîretên cenabê wî bike. Di heman demê de jî ewê  Serok Barzanî bi dawî pêşhatên li Efrînê dibin agahdar bike.   

Apo eşkere jî kir ku îro ew ligel Berpirsê Dosya Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê Hemîd Derbendî civiya û li ser rewşa Efrînê axivîn. Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo roja 12ê Tîrmeha 2017an ji aliyê Asayişa Efrînê ve hatibû girtin û piştî salek û 4 mehan roja 14ê Mijdara bûrî li Qamişlo serbest hatibû berdan.





2290 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad