English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-03 [08:02 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro Yekşemê li seranserî Fransayê nêzîkî 500 xwepêşanderan hatin girtin, 412 kes ji wan li Parîsê hatin girtin.

Polîsê Fransayê derbarê xwepêşandan û tevgera Çakêt Zer daxuyaniyeke nû belav kir, tê de ragehand ku, 412 xwepêşander li bajarê Parîsê paytexta Faransayê hatine girtin, herwiha 21 kes ji bajarê Mersîlyayê.

Ji aliyê xwe ve Serokê Fransayê Emanuel Macron bi awayeke lezîgin daxwaze civîneke awarte ji hikûmetê kir, da ku, çareseriyekê ji wan xwepêşandanan re bibînin.

Hefteya borî, di xwepêşandan de tundûtijî di navbera polîs û xwepêşanderan de derket holê. Berpirs dibêjin hefteya borî 8,000 kes tevlî xwepêşandanan bûne. Bêhtirî 100,000 xwepêşander li seranserî welêt derketin ser cadeyan.

Serokê Frensayê Macron dibêje bilindkirina taksan pêwîste ji bo ku Frensa kêmtir pala xwe bide ser fiyûla xweristî û her wiha ji bo piştgiriya weberhênanên nû yên wizeyê ye.

 





2647 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad