English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-02 [02:09 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê Hevpeymaniya Dewleta yasa aşkera kir ku li gel serok Barzanî guftûgo derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de kiriye û got: ‘’Barzanî li ser encamên referandûmê rijd e.’’

Di hevpeyvîneke televîzyonî ya kanala fermî ya Îranê de serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî ragehand, Iraq ji ber neseqamgiriya siyasî û milmilaneya di navbera aliyên siyasî dinale û ti rêkeftinek siyasî di navbera grub û aliyan de tine ye û seqamgiriya ewlehî, aborî û civakî jî li Iraqê ava nebûye.

Nûrî Malikî derbarê serdana dawiyê ya serok Barzanî ya ji bo Bexdayê û hevdîtina xwe ya li gel jî axift û got: ‘’Barzanî hîn li ser helwêstê derbarê referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê de rijd e. Ti paşde kêşanek jî nekiriye û heman biryara xwe ya destpêkê ku dane li ser wê jî bi rijd in.’’

Malikî got: ‘’Ew gotin raste ku pêwîstiya Iraqê bi herêma Kurdistanê heye û berevajî wê jî raste. Meyl û daxwaza herêma Kurdistanê ya bo vegera Bexdayê û rêkeftin û alîkarî li gel hikûmeta nû li holê ye. Herçend derbarê paşde vekêşan û dest jê berdana encamên referandûmê de ti axaftinek nehatibe kirin jî, lê wan dest ji rê û armancên referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê bernedane.’’





3007 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad