Hewlêr (ZNA) - Biryare roja 10.12.2018ê 5.mîn festîvala navnetewî ya Hewlêrê ya şano birêve biçe û gelek grubên şanoyê yên welatên ereb û Ewropayê beşdariyê dikin.
Gelek grubên şanoyê yên welatên Urdin, Kuwêt, Tunis, Bexda, Elmanya û çend welateke din bi çend şanogeriyan ve beşdarî festîvalê dibin û biryare şanokarên biyanî di dawiya vê heftiyê û destpêka heftiya pêş bigehin Hewlêrê.
Herwaha gelek grubên şanoyê ji bajarên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Kerkûkê beşdarî li festîvalê dikin û danê sibehan jî gelek panel dê li ser rewşa hunerî ya şanoyê birêve biçe.
Biryare festîval 5 rojan berdewam bike û roja dawiyê de jî şanoyên herî baş ên festîvalê dê bên xelat kirin.
Ji sala 2013ê ve her sal di meha Kanûnê de festîvala navnetewî ya Hewlêrê ya şano birêve diçe, hejmarek berçav a hunermend û şanokarên navdar ên Kurd û biyanî jî beşdar dibin.
5512 car hatiye dîtin |