English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-30 [01:05 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berhem Salih biryara dûrxistina bi dehan fermanberên YNKê di Serokatiya Komarê de da.

Yek ji wan fermanberên girêbest di serkatiya Komarê de û bi fermana Berhem Salih ji kar hatine dûrxistin binavê Aso Qesab li ser rûbela xwe ya taybet a Facebook duh bi şev belav kir, tê de daxwaz ji polîtburoya YNKê û Encûmena Navendî dike daxwazê ji Berhem Salih bikin wî vegerînin li ser kar.

Wî fermanberî amaje bi wê yekê kir ku, eve 4 salin weke fermanberê girêbest di Serokatiya Komarê de kar dikir û îro biryara hilweşandina girêbesta 46 feramnberan hat dayîn û hemû endamên YNKê û beşek ji wan malbatên şehîdane.

Herwiha wî fermanberî da zanîn ku, wan çaverêya wê biryarê nedikir lê çaverêya ku, girêbesta karê wan bibe herdemî dikirin, li gor zanyariyan jî li şûna wan 46 fermanberan hin kes ser bi gruba xiyantkar hat danîn.





3388 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad