English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-28 [07:13 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm aşkere dike ku piştî 16ê Cotmeha 2017an proseya erebkirinê li Kerkûkê dest pê kiriy. Herwisa rêjeya tawanan li Kerkûkê zêde bûye û şanên nivistî yên DAIŞê jî çalak bûne.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ligel li Washingtonê ji Berpirsa Nivîsgeha Kurdistan24ê Laurie Mylroie axivî û derbarê rewşa dawî ya Kerkûkê zanyarî dane. Kerîm aşkere kiriye ku rewşa Kerkûkê gelekî xirab e û ji piştî sala 2003an de niha rewşa Kerkûkê di xirabtirîn ast de ye, ji ber ku serweriya yasayê nîn e. Li Kekûkê proseya erebkirinê destpê kiriye.

Herwisa derbarê serîhildana DAIŞê li navçeyên sînorî yên parêzgeha Kerkûkê û ferehbûna gefên wê li bajêr, Necmedîn Kerîm ragihand, beşek mezin ji xelkê navçeyên Hewîce û başûrê Kerkûkê ligel DAIŞê bûn. Aşkere kir jî, hin navçe hene, bi şevê di jêr kontrola DAIŞê de dibin.

Parêzer Kerîm ku aniha li Amerîka ye û mijûlî civîna ye ligel berpirsên rêveberiya Serokê Amerîka Donald Trump, derbarê Serokwezîrê Iraqê yê nû de got: “Adil Ebdilmehdî dikare pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de çareser bike, lê ew yek ne diyar e Bexda bi cidî dixwaze pirsgirêkan çareser bike, yan tenê demê dibihûrîne.”   





2416 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad