English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-28 [03:49 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê serdana Serok Mesûd Barzanî ya Bexdayê de ragihand ku ew herdu hikûmetên Kurdistan û Iraqê teşwîq dikin daku ligel hev bicivin, bi hev re rûnin û gotûbêjan bikin.

 

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert roja Sêşembê di civîneke çapemeniyê de li ser serdana Serok Mesûd Barzanî bo Bexda û Necefê û herwiha civînên ligel berpirsên siyasî yên Iraqê axivî.

 

Heather Nauert got: "Em wek Amerîkayê peywendiya me bi vê serdanê ve nebû. Lê herdem herdu hikûmetên Kurdistan û Iraqê teşwîq dikin daku ligel hev bicivin, rûnin û gotûbêjê bikin."

 

Nauert da zanîn ku tişta haya wê jê heye, ti peywendiya wab bi vê yekê ve nebû û wiha pê de çû: “Lê em herdem teşwîq dikin ku herdu hikûmetên Kurdistan û Iraqê ligel hev bicivin, ligel hev rûnin û gotûbêjê bikin. Em dixwazin gotûbêjeke avaker hebe. Lê li gor zanyariyên min, na, ti peywendiyeke me bi vêna ve nebû."

 

Derbarê destpêkirina hinardekirina petrola Kerkûkê di riya boriyên Kurdistanê re Nauert anî ziman ku bi wê rêyê Iraq û Herêma Kurdistanê dikare bibe aktorekî girîng a bazara cîhanê.

 





2350 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad