English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-27 [03:14 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî derbarê pirsgirêka navbera Rûsya û Ukraynayê de civiya û Balyozê Ukraynayê li Neteweyên Yekbûyî jî dibêje: "Axaftinên Rûsyayê derbarê binpêkirina sînoran ji aliyê keştiyên Ukraynayê ve dereweke eşkere ye û bo veşartina rastiyan e."

 

Balyozê Ukraynayê li Neteweyên Yekbûyî Volodymyr Yelchenko roja Duşemê di çarçoveya civînê de li ser bûyerê got: "Axaftinên Rûsyayê yên derbarê binpêkirina sînorê Rûsyayê ji aliyê keştiyên Ukraynayê ve dereweke eşkere ye, tênê bo wê yekê hatiye çêkirin ku hemû berpirsyariyek bikeve stûyê Ukraynayê."

 

Yelchenko da zanîn ku Rûsya dixwaze bi vê rêyê rastiyan têk bide û ew belgeyên ku hene bên paşguh kirin.

 

Civîna Encûmena Ewlekariyê derbarê pirsgirêka navbera Rûsya û Amerîkayê di demekê de ye ku roja Yekşema derbasbûyî Rûsyayê bi hinceta ku sînorê wê hatiye binpêkirin dest danî ser çend keştiyên Ukraynayê li navçeyên nêzîkê Kirimyayê.

 





2443 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad