English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-27 [01:04 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Asayîşa YNKê binkeyê Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê ya ku ser bi PKKê ye dorpêç kir û berpirseka wê tevgerê jî ragehand ku ew dê berevaniyê li xwe bikin.

Li gor zanyariyên BasNewsê îro 27.11.2018ê asayîşa YNKê li taxa Çarbax a bajarê Silêmaniyê binkeyê Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê dorpêç kir ku grubeke ser bi PKKê ye.

Vê derbarê de cîgirê hevseroka Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê Tara Husên di daxuyaniyekê de ragehand: ‘’Hêzeke asayîşa YNKê binkeyê me dorpêç kir û daxwaz dikin ku di demeke herî zû de em binkeyê xwe betal bikin û vala bikin. Herwaha gef xwarin ku eger em binke vala nekin dê hêz bikarbînin.’’

Tara Husên got, wan ji hêzên asayîşê re gotine, ew binkeyê xwe vala nakin û ‘’çi dikin bila bikin’’. Herwaha derbarê bikaranîna hêz ji aliyê asayîşa YNKê ve jî Tara Husên ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em naxwazin ti rewşekî ku nayê xwestin pêkbê, hemû alîgirên me hatine nav binkeyê û em naxwazin ti tiştek derbikeve, lê emê parastina xwe bikin.’’

Çend roj berî niha hatibû ragihandin, ku cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê yê ser bi pişka YNKê Qubad Talabanî bi armanca razî kirina Tirkiyê biryara daxistina binkeyên rêxistinên ser bi PKKê daye.





3004 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad