Hewlêr (ZNA) - Çalakiyên bankek û şîrketeka Îranî li Iraqê hatin qedexekirin û milk û malên wan jî hatin cemidandin.
Di çarçoveya dorpêçên aborî yên Amerîka li ser Îranê de, hikûmeta Iraqê jî dest bi qedexekirina çalakî û girtina dezgeh û şîrketên Îranî yên Iraqê kir.
Li gorî agahiyan, hikûmeta Iraqê ferman daye çalakiyên banka Îranî ya bi navê “Sîna Bank” û şîrketa Îranî ya bi navê “Bahman Grup” qedexe bike, her wiha daxwaza qedexekirina çalakiyên bankeka din ya bi navê “Bank Parsiyan” jî hatiye kirin.
Li gorî wê fermanê, milk û malên xwedanên wan bank û şîrketan yên li Iraqê jî tên cemidandin.
3070 car hatiye dîtin |