Hewlêr (ZNA) - Nêçîrvan Barzanî û şandeke frensî proseya siyasî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Îro Serokwezîr Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a Fransayê kir ku ji parlmenterên Fransayê Mareal Dusarnez, Cillod Gozagen, Konsolê Fransa li Iraqê Brrono Robert û Domnek Mas Konsolê Fransaye li Herêma Kurdistanê pêk dihat.
Di hevdîtinê de şanda mêvan spasiya xwe pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir. Herwisa şanda mêvan alîkariya Herêma Kurdistanê û şerê Pêşmerge yê li dijî DAIŞê jî bi bilindî nirxand û berdewamiya alîkarîkirinê bo Herêma Kurdistanê anî ziman. Li aliyê din şanda mêvan kêfxweşiya xwe bo hewlên çareserkirina kêşêyên navbera Hewlêr – Bexdayê jî aniye ziman.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya xwe bo şanda mêvan aniye ziman û bi xisûsî rola Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron di çareserkirina kêşeya Hewlêr – Bexdayê de bi bilindî nirxandiye û spasiyên xwe anîye ziman. Herwisa Barzanî spasiya şanda fransî ki ku wan di şerê dijî DAIŞê de ligel Herêma Kurdistanê cih girtine û alîkarî bo Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê şandine
2440 car hatiye dîtin |