English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-25 [01:15 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Parlamenterê Şîe yê parlamentoya Iraqê Selîm Şewqî, serdana Serok Barzanî ya ji bo Bexda û Necefê wek serdaneke pîroz pênase kir û dibêje wê serdanê tengezarî û aloziyên di navbera Hewlêrê û Bexdayê jinav bir.

Endamê encûmena nûnerên Iraqê Selîm Şewqî, ku ser bi lîsteya Hîkme ya Emar Hekîm serokatiya wê dike ye, ji BasNewsê re ragehand: ‘’Serdana Serok Barzanî hemû tengezarî û aloziyên di navbera Bexda û Hewlêrê jinavbir û serdanekî pîroz bû.’’

Herwaha got: ‘’Li gor zanyariyên min hewldanek li holê ye ku hikûmeta navendî madeya 140 dê çalak bike û dest bi bicîhanîna xalên wê dê bike. Herwaha biryare îdareya parêzgeha Kerkûkê di navbera pêkhateyên bajar ve birêve biçe.’’

Parlamentere şîe diyar kir, ji ber ku li gor yasa û destûrê hêzên Pêşmerge ser bi wezareta berevaniya Iraqê ye, Adil Ebdulmehdî wek fermandarê giştî yê hêzên Iraqê dikare bi hevbeşiya hêzên Iraqê ve, Pêşmerge vegerîne navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya herêma Kurdistanê.





3100 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad