English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-22 [05:24 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro Pênşemê Serok Mesûd Barzanî piştî civîna xwe ligel Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî li Bexdayê di konferanseke rojnamevanî ragehand ku, wî serdana Bexdayê kiriye daku, piştgiriya xwe ji proseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeya nû re rabgehîne û pêwîste şaştiyên berê werin rast kirin.

Serok Barzanî sipasiya Hadî Amirî li ser wê pêşwaziya wî ya gerim jê re kir û ragehand ku, serdana min peyameke bo aliyên navxweyî û derve ku, em li vir piştgiriya vê hewla ku, niha li Iraqê ye û divê baştirîn rê bibînin da ku, baweriya di navbera me de bihêz bikin û şaşîtiyên berê rast bikin. Pêwendiyeke gelek baş dirust bikin ji bo berjewendiya tevahiya Iraqê û bi taybet dirustkirina pêwendiyeke gelekî baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hêvîdarin bi piştgiriya dilsozan pirsgirêkên me çareser bibin.

Ji aliyê xwe Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî di destpêka kongreya rojnamevanî de ragehand ku, kêvxweşim ji pêşwaziya xebatkarê mezin re Serok Mesûd Barzanî û got: “Hêvîdar in ev serdan bibe destpêkeke girîng ji bo pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û hemû pirsgirêk bi biratî bêne çareserkirin.”

Hadî Fetih got jî: “Pêwîste pirsgirêkên berê çareser bibin û çavê me li pêşerojeke geş be di navbera Hewlêr û Bexda û got jî ku, hêvîdar in Iraqekî bihêz durist bibe û hevbeşiya rasteqîne di navbera tevahiya pêkhateyên Iraqê pêk were.”





3148 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad