Hewlêr (ZNA) - Serok Barzanî û serokwezîrê Iraqê civîneke çapemeniyê pêkanîn.
Di civîna çapemeniyê de destpêkê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî axiftina xwe kir û ragehand: ‘’Me pêşwazî li rêber û kesayetiyek mezin kir, ku hêvinê rêz girtinê hemû aliyekê ye.’’ Herwaha keyfxweşiya xwe ya derbarê serdana Serok Barzanî de diyr kir û got, hêvîdarim hevdîtinên waha di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam bin.
Adil Ebdulmehdî got: ‘’Ez dixwazim em wek Ebu Mesrûr û Ebu Haşim navê yek bînin ku ev yek belgeye li ser dostayiyeke pir kûr.’’ Herwaha got Serok Barzanî tekoşerekî kevin û xwedî rola diyar bûye di hilweşandina dîktatoriyê de û Kak Mesûd, Serokê herêma Kurdistanê ye û kesek diyar e di bûyerên siyasî yên navçeya me de.’’
Herwaha Serok Barzanî jî ragehand, peyvendiyên me li gel Dr. Adil Ebdulmehdî peyvendiyeke kevne û di demên giran de baweriya di navbera me de her maye. Herwaha got: ‘’Ebu Haşim (Adil Ebdulmehdî) xwedî roleke mezinbû di Iraq a nû û darijandina destûra Iraqê de. Dema ku dê hatiba erkdar kirin bo pêkanîna hikûmetê min telefon bo wî vekir û min piştevaniya xwe bo wî ragehand.’’
Serok Barzanî di axaftina xwe de amaje bi gotinên pêşiyan kir û ragehand: ‘’Pirs ji hekîmekî kirine keyfa te ji birayê te tê yan hevalê te? Hekîm jî bersiv daye û gotiye birayê min. Eger hevalê min be! Adil Ebdulmehdî jî bira û hevalê min e.’’
Barzanî got: ‘’Naha ez bi temamî piştevaniya xwe bo bira û hevalê xwe Adil Ebdulmehdî diyar dikim û di pêşerojê de jî emê berdewam bin û alîkariya zêdetir emê ji hev re bikin, bo ku ev peyvendiye ber bi pêş ve em bibin û temamê pirsgirêkan çareser bikin.’’
Herwaha Serok Barzanî spasiya wê pêşwaziya germ kir û hêviya serkeftinê bo Adil Ebdulmehdî xwest.
2467 car hatiye dîtin |