Hewlêr (ZNA) - Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku îro 327 koçberên Iraqî ji Tirkiyê vegeriyane navçeyên xwe yên ser bi parêzgeha Neynewayê.
Rêveberê Giştî yê Fermangeha Karûbarên Ofîsên ser bi Wezareta Koç û Koçberan Sitar Newroz di beyannameyekê de ragihand ku Wezareta Koç û Koçberan li ser cîbicîkirina bernameya vegera bi xwesteka xwe ya bê beramber berdewam e bo koçberên Iraqî li welatên cîran.
Li gor beyannameyê, bi hevkariya Wezareta Veguhestinê ya Iraqê û Navenda Kargêrî ya Krîzên Hevbeş, îro Pêncşembê (22.11.2018) Wezareta Koç û Koçberan 327 koçberên Iraqî ji Tirkiyê bi rêya Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl ser bi qezaya Zaxoyê vegerandine navçeyên wan ên parêzgeha Neynewa.
Herwiha Sitar Newroz da zanîn ku fermanberên wezaretê bi hevahengiya ligel Komisyona Bilind a Karûbarê Penaberan xwarin û ava vexwarinê li koçberan belav kirine û got: "Wezaret li ser vegerandina wan koçberan berdewam dibe ku dixwazin vegerin."
Berî niha Rêxistina Koçê ya Navdewletî ragihandibû ku heta niha yek milyon û 87 hezar koçberên Iraqî venegeriyane cihên xwe û gelek sedem hene ku wiha kiriye koçber venegerin deverên xwe.
2566 car hatiye dîtin |