English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-22 [01:22 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serok Barzanî ji aliyê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ve pêşwazî lê hate kirin.

Piştî Serok Barzanî geheşt paytexta Iraqê Bexdayê û ji aliyê serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî û serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amrî ve pêşwazî lê hate kirin, naha jî ji aliyê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ve pêşwazî li Serok Barzanî û şandeya li gel hat kirin û civîna wan destpê kir.

Îro 22.11.2018ê Serok Barzanî û şandeya li gel, ku pêktê ji şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmarek berpirsên payebilind ên PDKê ve geheşt paytexta Iraqê Bexdayê.

Biryare di civînên xwe yên li Bexdayê de Serok Barzanî, mafê destûrî yên herêma Kurdistanê, pirsa asayî kirina rewşa navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya herêma Kurdistanê û çareser kirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj bike





3025 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad