English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-22 [12:30 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Seroka fraksiyona PDKê li parlamentoya Iraqê ragehand, serdana Barzanî dê destkeftên xwe yên baş hebin bo gelê Kurdistanê.

Seroka fraksiyona PDKê li parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ji BasNewsê re ragehand, serdana serok Mesûd Barzanî ya Bexdayê ‘’Pêngaveke başe bo çareser kirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û dê destkeftên baş ên vê serdanê bo gelê Kurdistanê hebin.’’

Viyan Sebrî ragehand, PDK aliyek bihêz ê hikûmeta nû ya Iraqê ye û ew welate jî berdewam pêwîstiya wê bi Serok Barzanî heye û gelek caran jî aliyên Iraqê daxwaz ji wî kirin ku xwedî rol be di çareser kirina pirsgirêkan de.

Îro 22.11.2018ê Serok Mesûd Barzanî ji bo serdaneke fermî geheşt paytexta Iraqê Bexdayê.

Li gor ofîsa Barzanî bi daxuyaniyekê ragehand, mijarên serekî yên civînên serok Barzanî û rayedarên payebilind ê Iraqê waha ye:

- Mafên destûrî yên Gelê Kurdistanê.

- Asayî kirina rewşa navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya herêma Kurdistanê.

- Çareser kirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.





2887 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad