Hewlêr (ZNA) - Serok Barzanî bi armanca serdaneke fermî ve geheşt paytexta Iraqê Bexdayê.
Di dema geheştina Serok Barzanî ya balefirgeha navnetewî Bexdayê de Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amrî pêşwazî li Serok Barzanî kirin.
Serdanê de Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Endamê polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî, Endamê polîtburoya PDKê Azad Berwarî û hejmarek berpirsên payebilind jî di serdanê de li gel Serok Barzanî ne.
Duh 21.11.2018ê Adil Ebdulmehdî di civîneke çapemeniyê de ragehand, ew li benda serdana serok Barzanî ya Bexdayê ye û dê li gel bicive.
2818 car hatiye dîtin |