English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-22 [10:55 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê Berevaniya Amerîka James Mattis aşkere kir, hêzên Amerîkayê li bakurê Sûriyê hejmarek xalên çavdêriyê ji bo rêgirtina li hemberhev hatina artêşa Tirkiyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) datîne.

James Mattis got: “Em hejmarek ji xalên çavdêriyê li hin navçeyên bakurê Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê datînin.” Herwiha got: “Armanca me ji danîna wan xalên çavdêriyê ew e, ji bo rê li hemberhev hatina HSD û artêşa Tirkiyê were girtin.”

Li gor Wezîrê Berevaniya Amerîka, rûbirûbûna wan her du hêzan, dê bandorê li ser şerê li dijî DAIŞê bike.

Herwaha Mattis tekez kir, Amerîka her metirsiyekê li ser ewlehiya Tirkiyê nahêle û got, ji bo wê jî dê peyvendî di sînor re bi hêzên Tirkiyê re hebe.

James Mattis amaje bi wê jî kir, pêwîstî bi belavkirina ti hêzeke din li navçê tune ye. Lê dema danîna wan xalên çavdêriyê jî diyar nekir.





2476 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad