English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-21 [07:58 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Di civîna îro de, parlamentoya Iraqê biryar da, ku xalên gumrikî yên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê bêne rakirin.

 

Seroka Fraksyona PDKê li parlamentoya Iraqê, Viyan Sebrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “parlamento xalên gunrikî yên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de hilweşandin.”

 

Viyan Sebrî got, parlamentoya Iraqê biryarên serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî yên di dema hikûmeta wî ya karbirêker de hilweşandin.

 

Ev biryara parlamentoya Iraqê di demekê de ye, ku duh Sêşembiyê 20ê Mijdarê şandeke Desteya Gumrikê ya Iraqê ku serdana Herêma Kurdistanê kiribû, di civînekê de li gel berpirsên gumrikê yên Herêma Kurdistanê, jjbo nehêlan û rakiirna xalên gumrikî yên navbera herdu aliyan de gihîştibûn rêkevtinê.

 

Piştî vekirina rêya Kerkûk-Hewlêrê di meha Tebaxa îsal de, parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet, li gor biryara kabîneya Ebadî xalên gumrikî di navbera Kerkûk-Hewlêr û Kerkûk-Silêmaniyê de danî.

 

Li gorî Destûra Iraqê jî danîna xalên gumrikî di navbera parêzgehên Iraqê de qedexe ye û karekî nedestûrî û neyasayî ye.





2818 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad