English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-21 [07:32 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan derbarê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a serbestkirina Selahadîn Demirtaş de axivî û got:" Biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji bo Selahattîn Demîrtaş terorperestî ye."

Erdogan îro careke din daxwaza Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê red kir û got: "Pêwendiya Selahattîn Demîrtaş bi PKKyê re heye û Demîrtaş tohmetbarê kuştina 50 kesî ye. Biryara dadgehê ne azadixwazî ye lê terorperesti ye. Bila Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê li gor dilê xwe biryar bide. Ew jî, dê li gor berjewendî û mayîndebûna welatê xwe tevbigerin û gavan bavêjin."

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê duhî daxwazaserbest berdan a Selahattîn Demîrtaş kiribû.  Herwisa gelek baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê û dezgeh û saziyên navdewletî yên mafên mirovan bang li Tirkiyê kirin ku biryara DMMEyê bi cîh bînin. 

Li aliyê din balkêş e ku Serokomar Erdogan bi xwe 3 caran ji bo dadê, serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê xistiye.





2338 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad