Hewlêr (ZNA) - Serokê Amerîkayê, Donald Trump ragihand, Îran wan hewlên lawaz jî têk dide ku li Iraqê ji bo demokrasiyê tên dayîn.
Donald Trump amaje bi destwerdanên Îranê di karûbarên welatên herêmî û bi taybet Iraqê de kir û da xuyakirin, Îran destêwerdanê di karubarên Iraqê de dike û wan hewlan têk dide ku demokrasiyeke nûgihayî li Iraqî ava dikin.
Îran li Iraqê xweî bandoreke mezin e û hejmoniya wî welatî bi ser hikûmeta Iraqê de zêde ye, bi taybet ku Iraq niha bi piranî ji aliyê hêzên Şîe ve ê birêvebirin.
Ji bilî ku Îranê li gel hêz û partiyên siyasî û serkirdeyên siyasî û olî yên Şîe yên Iraqê di pêwendiyeke bihêz de ye, Tehran li Iraqê xwediyê çendîn grûpên çekdar û milîs ên Şîe ye.
Trump derbarê şerê Yemenê de û rola Îranê di wî şerî de jî got, Îran li hember wî şerê bi wekalet ê li Yemenê yê li djî Siûdiyê jî berpirsyar e.
Ew zêdetirî 3 salan e ku çekdarên Hûsî kontrola paytext û gelek bajarên din ên Yemenê girtine destê xwe û li Senaa ya paytext hikûmeta xwe ava kirine. Îran piştgiriya çekdarên Hûsî dike û wan weke desthilatdar û hikûmeta fermî ya Yemenê nas dike.
Li aliyekê din Erebistana Siûdiyê hevpeymaniyeke serbazî ya Erebî pêk aniye û li Yemenê li dijî çekdarên Hûsî şer dike û piştevaniyê li hikûmeta yasayî ya Yemenê ya bi serokatiya Ebidrebe Mensûr Hadî dike.
Serokê Amerîkayê herwiha tekezî li ser piştgiriya Amerîka bo Erebistana Siûdiyê kir û destnîşan kir, Amerîka dê şirîkê cihgîr ê Siûdiyê bimîne, heta eger Mihemed Bin Selman agahdarî kuştina Xaçiqcî be jî.
Meseleya kuştina Xaşiqcî bûye yek ji faktorên ku pêwendiyên navbera Erebistana Siûdiyê li gel Amerîka û welatên din aloz kiriye û pirsgirêkek mezin bo Siûdiyê çêkiriye. jêder: rûdaw
2332 car hatiye dîtin |