English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-21 [05:23 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Amerîkayê ji ber bazirganiya li gel Îranê siza xiste ser çend kes û kompaniyan û ragihand, wan kes û komûaniyan petrola Îranê bo Sûriyê veguhastine.

 

Amerîkayê bi tometa derbaskirina nefta Îranê bo Sûriyê û tevgera bazirganiya bi wî welatî re, dorpêç xiste ser 6 kes û 3 kompaniyan.

 

Li gorî Wezareta Darayî ya Amerîkayê, wan kes û kompaniyan bi milyonan bermîl nefta Îranê derbasî Sûriyê kirine, ku bi milyonna dolar dahat ji bo Supaya Quds, Hizbullaha Lubnan û Hemasa Felestînê hebûye.

 

Ji wan 6 kesên ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine sizadan, 2 ji wan Îranî, yên din jî Rûsî, Iraqî, Sûrî û Lubnanî ne.

 

Kompaniyên kuhatine cezakirin jî, 2 ji wan Rûsî û yek jî Îranî ye.

 

Di daxuyaniya Wezareta Darayî ya Amerîkayê de hatiye gotin: “Îro em li dijî bernameyele aloz a Îranê û Rûsyayê pêngav dihavêjin, ku bi kar hatiye jibo bihêzkirina rejîma Esed û bidestxistina darayî bo çalakiyên têkderane yên Îranê.”

 

Wezareta Darayî ya Amerîkayê ragihandiye, Banka Navendî ya Îranê rêjeyeke mezin a pare radestî Supaya Quds kiriye, ku 2 berpirsên bilind ên wê bankê dest di vê pirsê de hebûne.

 

Li gorî daxuyaniya vê wezaretê, “berpirsên Banka Navendiya Îranê berdewam in ji sûdwergirtina ji sîstema darayî ya navdewletî û heta di vê dosyeyê de kompaniyek ku navê wê weke kompaniyek taybet bi bazirganiya pêwîstiyên mirovî hatiye tomarkirin, weke amrazekê bo asankarî di veguhastina darayî ya bo piştgirîkirina wê bernameya neftî de bi kar biriye.”

 

Piştî sepandina wan cezayan, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo di twittekê de ragihand, baştir e ku Elî Xamineyî pereyê xelkê Îranê ji xelkê re xerc bike, ne ku ji Sûriyê û terorîstan re bişîne.

 

Ew sizayên nû yên Amerîkayê bo ser wan kes û kompaniyan, di berdewamiya sizayên Rêveberiya Trump bo sînordarkirina şiyanên Îranê yên bo hinardekirina petrola wî welatî de tê, ku pêştir çend caran rayedarên amerîkî gotine, ew dixwazin hinardeya petrola Îranê bi tevahî bidin rawestandin.

 





2455 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad