English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-20 [11:06 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Milîsên Heşdî Şeibî rêgiriyê li vekirina binkeyekî leşkerî yê Amerîkayê li parêzgeha Enbarê dikin.

Li gor nûçeye malpera Skay Press a Iraqê, Heşdî Şeibî li Enbarê çûne nav binkeya leşkeri ya Ebu Reza El Beldawaî û rêgirî li rabûn û firîna balefirên li binkeyê kirine û rê nedane ti balefireke Amerîkayê li wî binkeyî dakeve.

Amerîka dixwaze wî binkeyê leşkeri bo êrîşên li ser binke û baregehên rêxistina terorîst a DAIŞê bikarbîne. Lê li gor Heşdî Şeibî Amerîka li wê binkeyê alîkariya şaneyên veşartî yên rêxistina terorîst a DAIŞê dikin, ku kiryarên terorîstî pêkbînin.’’

Li gor çapemeniya Iraqê, ew hêzên Heşdî Şeibî ku li derdora leşkerîxaneyê hatine bicîh kirin, hişyarî dane Amerîkiyan û ragehandine ku, her balefirekî Amerîkayê hewl da dane emê lêbidin.’’





2962 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad