Hewlêr (ZNA) - Çavkaniyek ji wezareta darayî ya Herêma Kurdistanê ragehand ku, roja Çarşemê dê mûçeyê meha 8ê a fermanberên 13 wezaret û desteyan were dabeş kirin.
Li gorî heman çavkaniyê, roja Çarşemê 21.11.2018 mûçeyê wezareta Şarewanî, kehrebe, veguheztin, pilandanan û Keştûkal têne dabeş kirin.
Herwiha da zanîn ku, di heman rojê de mûçeyê fermanberên dîwana çavdêrî, desteya mafê mirovan, navçeyên Kurdistanî. Jîngeh, destpakî, komisyona helbijartinan, desgeha mîn, weberhênan tê dabeş kirin.
2701 car hatiye dîtin |
|