English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-18 [01:30 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihanda ku mijara radestkirina Fetullah Gulen û peywendiyên ligel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di navbera Tirkiye û Amerîkayê de dibe sedama hinek kêşeyan.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de li Balyozxaneya Tirkiyê ya li New Yorkê ligel nûnerên civaka Tirkiyê civiya û mijarên rojevê nirxand.

 

Derbarê peywendiyên Tirkiyê û Amerîkayê de Mevlut Çavuşoglu wiha got: “Her kesî pirsgirêk bi mijara qeşe Brunson ve girê dida yan jî hewldidan pirsgirêkê bi vê mijarê ve sînaordar bikin, lê du mijarên serekê hene dibin sedema kêşeyên peywendiyên di navbera me de. Yek ji wan mijaran piştevaniya ku Amerîka bo YPG/PKK li Sûriyê pêşkêş dike.Ew jî dizanin ew heman rêxistinin.”

 

Çavuşoglu da zanîn ku ew hewl didin ku xalên rêkeftina Minbicê bixin warê bicihkirinê û wiha pê de çû: “Dewriyên hevbeş dest pê kirine, lê rêkeftin tenê Minbicê li xwe nagire. Aramkirina herêmên li rojhilatê Çemê Firatê yên di bin kontrola YPGê de jî perçeyeke nexşerêya me ye.”

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê di berdewamiya axaftina xwe de got: “Heger em bikarin bi hev re pêngavên nû bavêjin û ew teroristên bo me metirsî ne, ji holê rakin wê demê peywendiyên me dê ligel Amerîkayê bigihêje qonaxeke baş. Mijar duyem jî her çiqas me lîsteya endamên rêxistina terorê FETOyê radestî wan kiriye lê wan heta niha derbarê vê yekê de ti gav neavêtine. Ev mijar jî mijareke cidî ya sedema pirsgirêkan e.”

 

Mevlut Çavuşoglu herwiha da zanîn ku dê li Washingtonê di 20 vê mehê de ligel hevtayê xwe yê Amerîkî Mike Pompeo bicivê û ew herdu mijar dê mijarên serkekê yên hevdîtinan wan be.





2359 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad