English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-18 [01:08 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Perlemanterê Iraqê Casim Muhan eşkere kir, ku di çend rojên pêş de, serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî dê serdana Amerîka bike û li gel serokê wî welatî Donald Trump bicive.

 

Casim Muhan diyar kir, ku biryare Ebdulmehdî û Trump, behsa cezayên Amerîkayê li ser Îranê bikin û serokwezîrê Iraqê wê bizavan bike, ku Iraq ji bin bandora wan sizayan derxîne û Trump razî bike, ku Bexda peyvendiyên xwe yên bazirganî di warê xaz û petrolê de bi Tehranê re berdewam bike.

 

Îdareya Amerîkayê di 5ê vê mehê de, qunaxa duyem a sizayan li ser Îranê ragehand û moleta 45 rojan da Iraqê, daku li şûna Îranê xazê ji welatekî din bikire.





2413 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad