Hewlêr (ZNA) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehand ku piştî du rojên din welatê wan dê kujerê nivîskarê Siûdî diyar bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragehand, roja 20.11.2018ê welatê wan dê raportekî temam derbarê kuştina nivîskarê Siûdî Cemal Xaşuqçî de belav bike.
Trump got, di wê raportê de dê kujerê Cemal Xaşuqçî bê diyar kirin.
Herwaha îro 18.11.2018ê rojnameya Washington Post a Amerîkî di gotarekî de ragehand, serokê Amerîkayê hewl dide berevanî li derewên kurmîrê velîahd ê Siûdiyê Mihemed Bin Selman bike.
Li gor heman rojnameyê îdareya serokê Amerîkayê herçend saziya îstixbarata Amerîkayê CIA ragehandiye ku Bin Selman fermana kuştina wî nivîskarî daye jî, lê naxwaze Mihemed Bin Selman bi kuştina Xaşuqçî bê tometbar kirin.
2833 car hatiye dîtin |