English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-15 [08:50 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Dadgeha Cezayên Giran a bajarê Edîrne ya Tirkiyê cezayê 6 sal û 3 meh li hunermenda Kurd Hozan Canê ya ku hemwelatiya Almanyayê ye birî.

Hozan Canê ji bo tevlî xebatên hilbijartinê yên HDP'ê yên 24ê Xizîranê bibe li navçeya Edîrneyê ji aliyê polîsan ve hatibû girtin. Duh Hozan Canê li Stenbolê bi rêya SEBÎSê tevlî dadgehkirina xwe bû.

Dadgehê bi tometa Hozan Canê endama rêxistinê ye û li torên civakî bangeşe kiriye bi 6 sal û 3 mehan ceza kir.

Hozan Canê li navçeya Qereyazî ya Erzurumê ji dayik bûye û karê hunerî bi stranên netewî û şoreşgerî dest pê kir, ta niha 19 album tomar kirine û ji heyama 23 salan ve li Almanyayê dijî û xwedî nasnameya Almanyayê jî.





5671 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad