English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-13 [11:15 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn biryar e roja Duşêma bê serdana Tirkiyê bike.

 

Şêwirmendê Ofîsa Polîtikayên Derve ya Kremlînê Yuriy Uşakav ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn dê bi helkefta bidawîbûna beşek ji projeya xeta gaza sirûştî ya Turk Akimê serdana Tirkiyê bike û biryar e bi bidawîbûna beşek ji projeyê merasîmek bê sazkirin û Putîn jî beşdarî wê merasîmê dibe.

 

Yuriy Uşakav ji rojnameya Îzvestiyayê re diyar kir ku merasîma navborî dê 19ê Mijdarê li bajarê Stenbolê bê sazkirin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî dê amade be.

 

Xeta boriya gaza sirûştî ya Turk Akimê ku ji du xetan pêk tê, dê gaza Rûsyayê bi ser Tirkiyê re bo welatên Ewropayê veguheze. Ji wan herdu xetan her xetek 15,75 milyar metrekûp qeware lixwe digirin.

 

Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê Aleksandr Novak jî gotibû: “Ji 1ê Çileya 2020ê pê ve ew dikarin bi rêya herdu xetên gaza sirûştî 31,5 milyar metrekûp gaz veguhezînin.”

 





2401 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad