Hewlêr (ZNA) - Artêşa Amerîkayê bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku wan ligel hêzên Iraqê di meha Cotmehê de zêdetir ji 50 çekdarên DAIŞê kuştine.
Navenda Serfermandariya Leşkerên Amerîkayê (CENTCOM) derbarê şerê dijî DAIŞê daxuyaniyek belav kir ku têde hatiye eşkerekirin, hêzên Amerîkayê du meha borî de ligel hêzên Iraqê zêdetir ji 50 berpirs û endamên DAIŞê li Iraqê kuştine.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku 30ê meha borî de li parêzgeha Selahadînê 5 serkirde û bêhtirî 30 çekdarên din hatin kuştin herwisa li çiyayên Mexmûrê jî derdora 20 çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin.
Herwisa 9ê vê mehê Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî li dorûbera Mexmûrê li dijî çekdarên DAIŞê operasyonek dabûn destpêkirin û di encamê de gelek endamên DAIŞê hatibûn kuştin.
2467 car hatiye dîtin |