Hewlêr (ZNA) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li Parîsê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.
Li paytextê Fransayê Parîsê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron civiyan.
Li gorî zanyariyan, di civînê de daxuyaniya Macron a derbarê avakirina NATOya Ewropî de hat gotûbêjkirin û Trump nerazîbûn derbarê wê fikra Macron de nîşan daye.
Herwiha hate zanîn ku di civîna duqolî de rewşa Iraq, Sûriyê, Lîbya û gemaroyên liser Îranê jî hatine gotûbêjkirin.
2269 car hatiye dîtin |