English | عربی | کوردی  
 
 
2018-11-11 [10:20 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Norvecê hinardekirina amûrên leşkerî û çekan bo Erebistana Siûdî rawestand, ku pêşengiya hevpeymaniya erebî dike, ku li Yemenê hember Hûsiyan şer dike.

 

Wezîrê karê derve yê Norvecê Ine Eriksen Soreide di televîzyona dewletî ya welatê xwe de daxuyanî da.

 

Soreide bal kişand ser pêşketinên derbarê Erebistana Siûdî û diyar kir, “Emê bi berçav girtina rewşa şer ya davî a li Yemenê jî, lîsanseke nû ji bo firotina mûhîmat û çekan a ji bo Erebistana Siûdî nedin.

’’

Soreide li ser pirsa ku gelo rawestandina çekan ya Norveçê ji bo Erebistana Siûdî bi rojnamevanê Siûdî Cemal Xaliqçî ve girêdana xwe heye yan na, derbarê vê mijarê de ji şîrovekirinê revî ango nexwast şîrove bike.

 

Almanya meha derbas bûyî daxuyanî dabû û diyar kiribû heta ku encamên derbarê kuştina Xaşiqçî de derkevin holê, wan ji bo Erebistana Siûdî îxracata leşkerî hemû rawestandiye.

 

Serokwezîrê Swêdê Srefan Lofven jî beriya demekî di daxuyaniyeke xwe de ragehandibû rexmê bûyera Xaşiqçî jî wê ew firotina çekan ya ji bo Erebistanê berdewam bikin û narawestînin.

 

Hûsiyên ku li Yemen a ku demeke dirêje bê îstîqrariya siyasî jiyan dike darbe li rêvebira rewa kir, 2014ê heta naha paytext Sana û hindek herêman di destê xwe de digre.

 

Piraniya bajarên wî walatî jî ji pevçûnên Hûsî û artêşê re dibin qad. Hêzên hevpeyman yên di pêşengtiya Erebistana Siûdî jî ji Adara 2015an şûnve piştgîriya hûkumeta Yemenê dike.

 





2371 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad