Hewlêr (ZNA) - Doh roja înê li Urdinê çareke din lehiyeke bihêz rabû, û di encamê de 11 kesan canê xwe ji dest da. Hikûmeta wî welatî ji ber berfirehiya rûberê cihê ku lehî rabûbû, rewşa me asayî ragihand. Herwiha tîmên rizgarkirinê jî li pey kesên windabûyî digerin.
Berevaniya Şaristanî ya Urdinê ragihandiye, ku hejmara qurbaniyên lehiyê bo 11 kesan bilind bûye. Herwiha berdevkekê li ser navê hikûmeta Urdinê ragihandiye, ku tîmên rigzarkirinê li ser lêgerîna li pey kesên winda de berdewam in.
Berî niha li Urdinê ji ber lehiyê 21 kesan canê xwe ji dest dabû û 34 kes jî birîndar bûbûn.
2527 car hatiye dîtin |