Hewlêr (ZNA) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu hevdîtinek pêkanîn.
Wezareta derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragehand ku, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu di pêwendiyeke telefonî de madekariyên kongreyekê derbarê kirîza Sûriyê di çarçoveya civînên Astanayê de gotûbêj kirin.
Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Rûsyayê herdu aliyan behsa pênganên dîtita çareseriyeke siyasî li ser bingeha biryara NY hejmar (2254) kirin.
Herwiha herdu wezaran aşkere kir ku, biryare kongreyeke navnetewî di çarçoveya Astanayê de li dawiya vê mehê derbarê Sûriyê were lidarxistin.
2461 car hatiye dîtin |