English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-17 [11:18 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo çû Tirkiyê. Pompoeo dê bi rayedarên Enqerê re hevdîtin bike.

Îro danê sibê Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ji Erebistanê derbasî Tirkiyê bû.

Li gorî medyaya Tirkiyê, qasekî beriya niha civîna serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Pompeo dest pê kir û heta niha jî didome.

Di civînê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşglu, serokê MÎTê Hakan Fîdan, berdevkê Erdogan, Îbrahîm Kalin beşdar in.

Yek ji mijarên rojeva civîna Pompeo û rayedarên Tirkiyê, qedera rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşoqçî ye ku ji roja 2 vê mehê ve, dema çûbû konsolxaneya Erebistanê ya Stenbolê, ji wir derneketibû. Hinek çavkanî dibêjin ji aliyê îstixbarata Erebistanê ve hatiye kuştin.

Wezîrê Derve yê Amerîka li Erebistanê jî bi rayedarên Riyazê behsa Cemal Xaşoqçî kiribû. 

Mijareka din ya rojeva civîna han, rewşa Sûriyê bi taybet pêwendiyên Amerîka bi YPGê re ye.

 





2332 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad